Efserê Kurd pileya bakalorya ya Akademîya Leskerî ya Sahîtiya Brîtanyayê wergirt!

Efserê Kurd pileya bakalorya ya Akademîya Leskerî ya Sahîtiya Brîtanyayê wergirt!

PeyamaKurd – Efserê Kurd Emîr Mehdî Barzanî, ji Akademiya Leşkerî Sandhurst a Şahîtiya Brîtanyayê (The Royal Military Academy Sandhurst) pileya bakalorya wergirt û bû yekem efserê ku bi wê pileyê ji akademîyê der çûye.

Beriya niha jî Medya Mestî wekî yekem efsera jin a Kurd ji wê akademiyê der çûbû û bûbû Pêşmergeya Kurd yekem pileya bakalorya ya Akademîya Sandhurst a Leşkerî wergirtiye.

Mehdî Barzanî ji Rûdawê re gotiye, “Dema çûme akademiyê ji min re gotine ku tu yekem Pêşmergeyê hatiye wê derê yî. Ji aliyekî ve gelekî pê serbilind bûn, li aliyê din jî ketim xema wê ku çawa bi awayekî baş nûnertiya Pêşmergeyên Qehreman bikim.”

“Dema nû çûm akademiyê li ser unîformeya min ala Iraqê hebû”

Barzanî diyar kiriye ku dema ew nû çûye akademiyê li ser unîformeya wî ala Iraqê hebû, lê bi daxwaz û israra wî fermandarê bilind ê akademiyê Old College qebûl kiriye ala Kurdistanê li ser deynin.

“Li akademiyê xwendina Ey Reqîb hat qebûlkirin”

Mehdî Barzanî daye zanîn ku 3yê Tebaxa 2020an ala Kurdistanê ji bo xwendekarên Kurd hatiye qebûlkirin û piştre jî xwendina sirûda netewî ya Kurd Ey Reqîb li akademiyê hatiye qebûlkirin.

Barzanî herwiha gotiye, ew li akademiyê bi Medya Mestî ya yekem Pêşmergeya jin a ji akademiyê der çûye re hevnas bûye.

Pêşmergeya jin pileya leşkerî ya Akademîya Şahîtiya Brîtanyayê wergirt

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin