Pileya 1385 efserên Pêşmerge hate bilindkirin

Pileya 1385 efserên Pêşmerge hate bilindkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl lîsteyên bilindkirina pileyan yên 1385 efserên ser bi fermandariya hêzên cuda yên Pêşmerge ve îmze kir.

Wezareta Pêşmerge îro 1ê Hezîranê ragihand, Wezîr Şoreş Îsmaîl lîsteyên bilindkirina pileyan a efserên Fermandariya Hêzên 70, Hêzên Piştivaniyê Yek, Hêzên Piştivaniyê Du û Fermandariya Hêzên Parastin û Hawarhatinê îmze kirine.

Hate diyarkirin ku di çarçoveya van lîsteyan de pileya 1385 efseran di nav van hêzên navborî de hat bilindkirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl piştî îmzekirina biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman ku prosea bilindkirina pileyan ketiye ser rêya xwe ya asayî û yasayî. 

Şoreş Îsmaîl da zanîn, ev pilebilindkirin dê bandoreke erênî li ser şiyanên leşkerî yên Pêşmerge bike û got: "Ez bawer im ku ev qonaxa nû dê bibe paldereke bihêztir ji bo berdewamî û pêşxistina şiyanên leşkerî yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Herwiha ev gav dê xizmeta serxistina proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên me di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bike."