PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo amadekariyên civîna YNKê û PDKê, li Hewlêrê bi Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, herdu alî di atmosfêreke erênî û dostane de bi zelalî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û peywendiyên du alî de, danûstandin kirine.
Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, tekezî li ser pêwîstiya peywendiyên di navbera PDKê û YNKê, bi taybetî li tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê kirin, bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û parastina yekrêzî û tifaqê ku pêwîstiyeke vê qonaxa hesas e ji bo rûbirûbûna rewşa dijwar a pandemiya Koronayê, krîza darayî û kêşeyên din ê Herêma Kurdistanê de hatine.
Herwiha di civînê de, tekezî li berdewamiya guftûgoya di navbera herdu aliyan de hate kirin, bi armanca çareserkirina û serkeftina bi ser pirsgirêkan de û sivikkirina wî barê giran ê ku ji encama kêşe û krîzan ketiye ser milê welatiyan. Herwiha tekezî li pabendbûna bi rêkeftina di navbera herdu aliyan û piştevanîkirina li damûdezgehên Herêmê û karê hevbeş li Parlemanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.
Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja Yekşemê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî li gel Bafil Talebanî pêk aniye û derbarê civînên Parlamentoya Kurdistanê de axivîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin