PeyamaKurd – Li rojhilatê Tel Avîvê li Bney Brakê di êrîşeka çekdarî de 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîş cara duyeme ku di vê hefteyê de têkirin. Naveroka êrîşê heya niha nayê zanîn lê gelek polîs çûne ciyê bûyerê.
Li gor çapemeniya Îsraîlê; li ciyê bûyerê polîsan kesekî xistiye binçav lê ew kes tevlî bûyerê bûye an na, nayê zanîn.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett li ser êrîşê, wê siet di 22.00 an de bi rêvebirên bergiriyê re civîn çêbike.
Di 27 ê adarê de jî li Îsraîlê li bajarê Haderayê 2 endamên DEAŞ ê êrîş biribûn ser hêzên ewlehiyê û 2 polîs miribûn û 6 kes birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin