Rojavayê Kurdistanê | Wêstgeha Elok a avê carek din rawestiya

Rojavayê Kurdistanê | Wêstgeha Elok a avê carek din rawestiya

PeyamaKurd Rêveberê Kompanyaya Giştî ya Elektîrka Hesekê Enwer Ugle daye zanîn, sedema rawestana Wêstgeha Elok a avê, ji ber birrîna elektrîkê ye.

Li gor Enwer Ugle eşkere kiriye, tîmên elektrîkê karê çaksaziyê di hêla 230 kîlovolt de dikin, ew hêl jî elektrîkê ji Wêstgeha Siwêdiyê digihîne wêstgeha elektrîkê ya Qamişlo û ji ber karkirina li ser wê hêlê, elektrîk ji ser Wêstgeha Elok li bajarê Serê Kaniyê hatiye birrîn.

Ugle diyar kiriye, piştî bidawîbûna karê çaksaziya wê hêlê, yekser careke din wê elektrîk vegere Qamişlo, wiha jî Wêstgeha Elok wê vegere karkirinê.

Li Qamişlo, 5 roj in bi sedema kêşeya hêla Wêstgeha Siwêdiyê, elektrîk ji ser wî bajarî hatiye birrîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin