Hîzbûllah: “Hîzbûllah wezîfa xwe bas dizane û em amade ne”

Hîzbûllah: “Hîzbûllah wezîfa xwe bas dizane û em amade ne”

PeyamaKurd – Cîgirê sekreterê Hîzbûllah a Lubnanê Şêx Naîm Qasim li Lubnanê di xwepêşandanekî de axifî û behsa daxwazên navdewletî ku divê Hîzbûllah di derveyê şerê navbera Îsraîl-Fîlîstînê de bimîne de got:

“Hêzên mezin, welatên Ereb û nûnerên Neteweyên Yekgirtî ji me re rast e rast an di rêyekî dinê de dibêjin ku divê em di derveyê şer de bimînin. Van gotinan li ser me qet bandorê nakin. Hîzbullah wezîfên xwe baş zane. Em bi temamî amade ne.”

Qasim li ser planên Hîzbûllahê axifî û got:

“Kengê wext were, em li gor plana xwe tevlî şer dibin û em ê bicîh bînin.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan jî îro seredana Lubnanê kiribû û bi serokê giştî yê Hîzbûllahê bi Hesen Nasrallah re hevdîtin kiribû. Nasrallah gotibû:

“Êrîşên Îsraîlê herêmê tehdîd dikin, eger rejîma Siyonîst kuştinên xwe dewam bike, em her îhtîmalê didin ber çavên xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin