PeyamaKurd - Li navçeya Îslahiye ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi rez û baxçeyê zeytûnan ket.
Hate ragihandin ku di şewatê de herî kêm 400 mêwên tirî û 200 darên zeytûnan şewitîne.
Şewat li Taxa Taxa Şahmaranê ya Îslahiyeyê çêbû û heta niha sedema wê ne diyar e.
Şêniyên taxê hewl da agir vemirînin û tîmên agirvemirandinê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û Rêveberiya Daristanan a Dîlokê çûn cihê şewatê.
Agir bi alîkaiya şêniyên taxê û di encama xebata du demjimêran de hat vemirandin.
Di encama şewatê de 10 donim pirêze, 400 mêw û 200 darên zeytûnan şewitîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin