PeyamaKurd - Birêveberê Giştî yê Hec û Umreyan li Herêma Kurdistanê Qasim Resûl ragihand, ji bo roja Erefê û cejna Qurbanê hemû amadekarî bo heciyên Kurdistanê hatine kirin û li Mînayê jî kon ji bo heciyên Kurd hatine vedan.
Birêveberê Giştî yê Hec û Umreyan li Herêma Kurdistanê, Qasim Resûl di derbarê amadekariyan ji bo çûna heciyan bo ser çiyayê Erefê de ragihand, beriya nêzîkbûna roja Erefê û cejna Qurbanê hemû amadekarî ji bo heciyên Kurdistanê hatine kirin, ji bo ku bi silametî merasîmên xwe encam bidin.
Qasim Resûl got ku ji bo hemû haciyên Herêma Kurdistanê li Mînayê kon hatine vedan.
Îsal ji Herêma Kurdistanê ji bo ferîzeya hecê 7 hezar û 130 kes çûne Erebistana Siûdî û 37 tîmên pizîşkî jî bo pêşkêşkirina ximzetên tendirutiyê bi wan re ne.
Cara yekem îsal hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê jî bi rêya Başûrê Kurdistanê çûne hecê.
Bi minasebeta cejna Qurbanê ku roja yekem roja Yekşemê 11ê Tebaxê ye, li Herêma Kurdistanê 5 roj betlane hatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin