PeyamaKurd - Nûnerên parêzgehên suneyên Iraqê li Parlamentoyê Iraqê, di demeke ku parlamento li ser pejirandina budçeya sala 2021ê dicive. daxwaza para budceya parêzgehên xwe kirin.
Nûnerê parêzgeha Diyale li Parlamentoya Iraqê Ebdulxaliq El Ezawî ji medya Iraqê re ragihandiye ku nûnerên parêzgehên suneyan li gel lijneya darayî ya parlamentoyê civiyane û daxwaza para xwe ya budçeyê kirine.
Ebdulxaliq El Ezawî gotiye, gelek navçeyên parêzgehên suneyan li gel derbasbûna demeke zêde jî li ser rizgarkirina wan, hîn jî xizmet ji wan re neçûye û xelkê wan deveran rûbirûyî gelek pirsgirêkan bûne.
Parlamenterê Diyale raguhand, wan civîn li gel lijneya darayî kirine û daxwaza beşa budceya parêzgehên xwe kirine ji bo ku parêzgehên wan jî bên avakirin.
El Ezawî daye zanîn ku piraniya navçeyên parêzgehên suneyan heta niha jî ti nexwaşxane û dibistan lê nehatine çêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin