PeyamaKurd - Heyeteke ewlehiyê ya bilind a Wezareta Karên Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi Rêveberê Giştî yê Îstîxbarat û Ewlehiyê yê Wezareta Parastinê ya Iraqê re civiya.
Civîn li ser pêşniyara Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokê Erkana Artêşa Iraqê pêk hat û tê de li ser xurtkirina hevrêziya ewlehiyê û girtina valahiyên li herêmên di navbera her du aliyan de nîqaş hatin kirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan li ser kesên tê xwestin agahiyên îstîxbaratî parve kirin û li ser plansaziya dabeşkirina qadên operasyonel axivîn.
Rayedarên Îraqî destnîşan kirin ku hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê û Pêşmerge de dê bibe sedema aramiyeke mezintir li seranserê Iraqê, û aliyê Pêşmerge jî tekez kir ku ew ê di bin rênîşniyên fermandaran de xebatên xwe yên bi hikûmeta federal re bidomînin da ku rê li ber çalakiyên DAIŞê yên li herêmên werin girtin.