PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, piştî kuştina Qasim Silêmanî û qayişkêşana Îranê bi Amerîkayê re, hemû çalakiyên xwe yên li wî welatî dabûn rawestandin.
Hat ragihandin ku hevpeymaniyê doh 15ê Çileya 2020an ji nû ve dest bi xebatên xwe yên li Iraqê kiriye û dê têkoşîna dijî terora DAIŞê berdewam bike.
Hevpeymaniyê da xuyakirin ku ew şirîkê bihêz ê hikûmet û gelê Iraqê ne û amade ne hemû bala xwe dîsa bidin ser têkoşîna dijî terora DAIŞê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin