PeyamaKurd – Di encama bombebarankirina bajaroka Kifir Iwyid ya Idlibê de, hat ragihandin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne.
Li gor rapora Rewengeha Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) balafirên şer ên Sûryê îro zêdetrî 42 caran bajarokên Kifir I'wyid, Kfiri Nibil û Xan Şêxûn û hejmareke gundên wan li başûrê Idlibê û gundewarên bajaroka Kebane yê çîyayê Kurdan ê li parêzgeha Laziqîyê bombebaran kirine.
SOHRê ragihand, tenê di encama bombebarankirna bajaroka Kifir I'wyid de 5 welatîyan canê xwe ji dest dane û 10 kesên din jî brîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin