Ji Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê bo bobelata El Nînoyê hisyarî

Ji Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê bo bobelata El Nînoyê hisyarî

PeyamaKurd - Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê (WMO) hişyarî da û ragihand ji sedî 70 îhtimal heye ku bobelata El Nînoyê heta dawiya salê ji nû rabe.

Li gor nûçeya BBCyê bobelata hewayî ya "La Nîna" ya ku berevajiyê bobelata El Nînoyê ye dest pê kir. Bobelata hewayî ya El Nînoyê di sala 2015-2016an de rabibû. Di vê bûyerê de rûyê ava behra Pasîfîk a Rojhilat û Pasîfîk a Navîn germ dibe lê di bobelata La Nînayê da jî rewşeke berevajiyê vê pêk tê.

Dema tesîra bûyera La Nînayê ya ku ava rûyê okyanûsê sar dike kêm dibe wê demê jî îhtimal heye ku bobelata El Nînoyê ji nû va rabe.

Sekreterê Giştî yê WMOyê Petteri Taalas got ku li gor texmîna WMOyê El Nînoya biqewime wê bi qasî bobelata di salên 2015 û 2016an da qewimî mezin nebe lê wê dîsa jî tesîrên wê hebin.

Di bûyera El Nînoyê da ava rûyê Okyanusa Pasîfîkê germ dibe û ji ber vê jî bûyerên wekî bager, zêde baran, lehî, hişkayî û şewat diqewimin û zirarê didin erd û zeviyên ajotî.

Ji ber ku germahiya ava rûyê behrê li rojhilat û nav Okyanûsa Pasîfîkê zêde dibe bûyera El Nînoyê diqewime û di sala 2016an da jî herî zêde jî li welatên li Afrîka, Asya, Pasîfîk, Amerîkaya Navîn û Başûr di bin tesîrê da mabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin