PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman bi telefonê li ser rewşa Filistînê axivîn.
Cîgirê Ofîsa Siyasî ya Serokomariya Îranê Mihemed Cemşîdî derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyek da.
Li gorî vê yekê, di pêwendiya telefonê ya 45 deqîqeyan a di navbera Reîsî û Selman de ku piştî 7 salan ji nû ve avakirina têkiliyên Tehran û Riyadê, yekem car bû rewşa Filistînê hate nirxandin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "pêdiviya rawestandina sûcên şer ên ku Îsraîl li dijî Filistîniyan dike" hat kirin.
Hat ragihandin, di hevdîtina Sererkan û Selman de bal hat kişandin ser girîngiya yekîtiya alema Îslamê û piştgiriya ku ji aliyê Amerîkayê ve ji rêveberiya Îsraîlê re tê kirin hat rexnekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin