Wezîrê Îsraîlî: Planên koçberkirina Filîstîniyan amade ne

Wezîrê Îsraîlî: Planên koçberkirina Filîstîniyan amade ne

PeyamaKurd - Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir ê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir, di çalakiya "Roja Qudsê" (Orşelîm) de planên avakirina wargehên nû yên cihûyan li başûrê Libnanê ragihand.

Gvir banga dagirkirina tevahiya Şerîaya Rojava kir.

Di çalakiyê de ku Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich jî beşdar bû, Ben-Gvir destnîşan kir ku wan planên taybet ên teşwîqkirinê amade kirine da ku Filîstîniyên li Xeza û Şerîaya Rojava koçber bikin û got: "Hemû axa Îsraîlê ya me ye."