Wezîrê Îsraîlî Chikli bertek nîşanî Macron da

Wezîrê Îsraîlî Chikli bertek nîşanî Macron da

PeyamaKurd - Wezîrê Dîasporayê yê Îsraîlê Amichai Chikli bertekeke tund nîşanî helwesta Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron a li ser êrişên Xezeyê û naskirina Dewleta Fîlistînê da.

Chikli di bernameyeke televizyonî de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Macron di vê proseyê de helwesteke nerênî nîşan daye û got: "Macron kêr li pişta me da û ew kêr bi zextî zivirand.

" Wezîrê Îsraîlî diyar kir ku li Fransayê tenê Partiya Yekîtiya Neteweyî (RN) ya rastgira tund piştgiriyê dide pozîsyona Îsraîlê û bi biryarên Dîwana Sûcan a Navdewletî û Dîwana Edaletê re derdikeve.

Ev berteka tund a berpirsên Îsraîlê piştî wê yekê hat ku Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron li beramberî berdewamiya êrişên ser Xezeyê di 22yê Îlona 2025an de biryara naskirina Dewleta Fîlistînê bi awayekî fermî ragihandibû.

Ev gav bû sedema kûrboona aloziyên dîplomatîk ên di navbera Parîs û Tel Avîvê de û bandoreke mezin li ser peywendiyên her du welatan kir.