PeyamaKurd- Rêberê Ruhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francis, di ayîna heftane ya li Qada Azîz Petrusê de ji bo mexdûrên erdheja ku li Fasê çêbû dua kir.
Papa Francis, di nimêja kevneşopî ya roja yekşemê de ji şibaka ofîsa xwe ya Vatîkanê, duayen giştî kir û bal kişand ser erdheja ku 2 roj berê li Fasê çêbû û got,
"Ez nêzikatiya xwe ji gelê Fasê yê hezkirî yê ku di erdheja wêranker de lê ketibûn, bînim zimên. Ez ji birîndaran re û ji gelek kesên jiyana xwe ji dest dane re dua dikim. Ez spasiya tîmên rizgarkirinê dikim ku hewil dan êş û azarên gel sivik bikin. Di vê kêliya dilsoj de her kes bi alîkariya hevpar dikare piştgiriyê bide gel. Gelê Fasê jî dikare piştgiriyê bide gel. Em bi we re ne."
Di 8ê Îlonê de li gorî saeta herêmî saet di 23:10an de li herêma El-Huz a Marakeşa Fasê bi lerza 7an erdhejek çêbûbû.
Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê ragihandibû ku di erdhejê de heta niha 2 hezar û 12 kes mirine û 2 hezar û 59 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin