PeyamaKurd- Zanyarê erdê Prof. Dr. Nacî Gorur, bertek nîşanî kampanyaya '100 parêzgeh, 1000 navçe' da û diyar kir ku avahî çiqas zêde bin, dê ewqa mirov bimirin.
Nacî Gorur, berteka xwe ya li dijî vê kampanyayê ku ji aliyê partiyeke opozîsyona Tirkiyeyê jî piştgiriya wê dike; di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand û got ku
Partiyeke opozîsyonê kampanyayekê “Em bibin 100 parêzgeh û 1000 navçe” dike. Tê gotin ku desthilatî jî piştgiriya wê dike. Hîn nû di nav şevekê de ji 50 hezarî zêdetir mirovên me mirin. Ma çima li vî welatê erdhejê ku di şevekê de ewqas mirovên me wenda bûn, kampanyayeke “Em dixwazin ku hemû bajarên me li hember erdhejê berxwedêr bin” nayê destpêkirin?
Ma bajarên hîn zêdetir, nayê wateya avahiyên hîn zêdetir û di erdhejan de jî nabe sedema wendahiyên hîn êzdetir ên mirovên me? Ey gelê min! Rê nede vê yekê. Daxwaz bike ku di erdhejan de mirovên me nemirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin