Li eyaleta ku cara ewil korona derketibû dibistan hatin vekirin

Li eyaleta ku cara ewil korona derketibû dibistan hatin vekirin

PeyamaKurd - Li eyaleta Hubeiyê ku cara ewil nexweşiya korona lê hatibû tesbîtkirin, dibistan hatin vekirin û xwendekarên pola 9emîn û 12emîn ku dê îsal têkevin ezmûnan dest bi perwerdê kirin.

Li gorî zanyariyên berdest, xwendekarên ku vedigerina dibistanê divê testa koronayê kiribin ango ne nexweş bin.

Ji bo ku xwendekar zêde nêzîkî hev nebin bergiriyên pêwîst hatin wergirtin û li devê deriyê dibistanê jî harareta xwendekaran tê kontrolkirin û piştre xwendekar dikarin têkevin dibistanê.

Dibistanên Hubeiyê ji meha Berfanbara 2019an ve girtîbûn.

Ji aliyê din ve Ajansa Dewletê ya Çînê (Şinhua) ragihand k udi 32 rojên dawiyê de li wê eyalete tu haletên tûşbûnê nehatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin