PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, ji Kemal Kiliçdaroglu re deng xwest.
Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê tûra duyemîn a Serokomariyê ya ku sibê tê kirin de peyamên wiha dan:
“Sibe ne dawiya dinyayê ye, lê dibe ku dawiya demokrasî û aboriyê be.
Sibe ne roja qiyametê ye, lê dibe ku hilbijartina dawî be.
Em soza aştî û bextewariyê didin Tirkiyê; Em destê biratiyê dirêj dikin.
Birayên min vî destî li hewa nehêlin. Dengê xwe bidin Kiliçdaroglu, bila Tirkiye bêhna xwe bistîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin