Peyama Kurd - Partîya Gel a Komarî (CHP) daxuyanîya şermezarkirinê ya ku Partîya Dad û Geşedanê (AK Partî) nivîsîbû imze nekir. Serokê CHPê Ozgur Ozel sedemên îmzenekirinê vegot lê belê berpirsên AK Partîyê bi zimanekî tûnd îmzenekirina CHPê rexne kirin.
Piştî ku 22 û 23ê Kanûnê de, hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dijî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê êrîş pêk anîn û hate ragihandin ku 12 leşkerên artêşa Tirkiyeyê mirine, nîqaşên ku digihîjin nîjadperestîyeke tûj destpêkirin û bû sedem ku ev nîqaş derbazî nav parlamenta Tirkiyeyê jî bibe.
Partiya deshilatê AK Partiyê li dijî kuştina 12 leşkeran daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir û ji hemû partiyan xwest ku îmze bikin. Lê belê partiyên opozîsyonê CHP û DEM Partiyê ew daxuyanî îmze nekirin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), ji bo sedemê îmzenekirina xwe wiha got "Ji bo dawî li kuştina ciwanan bê, divê Pirsgirêka Kurd bê çareserkirin."
Piştî DEM Partîyê, Serokê CHPê Ozgur Ozel jî sedemê îmzenekirina CHP aşkere kir û di derbarê daxuyaniya AK Partîyê de helwesta partiya xwe wiha vegot:
“20 sal in Partiya Dad û Geşedanê vê yekê tîne serê vî welatî. Dema hatin salê 3 şehîdên me hebûn. Niha di şevekê de 6 şehîd û roja piştî wê 6 şehîdên din. Em şehîdan didin.
Li malên feqîran ên bêsewax, kelpîç, bêcam û pencere alayên mezin bilind dikin. Piştre li parlamentoyê belavok tê îmzekirin. Piştre serokkomar destekî xwe datîne ser tabûta şehîdê me û mîkrofonê dixe destê din û siyasetê dike. Piştre heta şehîdekî din tê, tu kes qala tiştekî nake. Ez û em êdî ne li vir in. Eger bi îmzekirina daxuyanîyê şehîd neyên, ez ê rojê 5 hezar daxuyanîyan îmze bikim.”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li di hesabê xwe yê X'ê de li dijî helwêsta CHPyê daxuyaniyeke tund da. Çelîk wiha got:
“Helwêsta Serokê CHPê Ozgur Ozel a danîna mercan ji bo îmzekirina daxuyanîya şermezarkirina terorê ku ji aliyê partiyan ve di parlamentoyê de tê îmzekirin, helwesteke cihê şermê ye. Rêveberiya CHPê, li şûna ku di bin banê parlamentoyê de li kêleka Mehmetçîkan be û terora PKKyê şermezar bike, bi hincetan li pey hesabên cuda dibeze. Ev helwêsta rêveberiya CHPê, di mijara tezkereyan de ku ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê pêwîst in, berdewamiya bêserûberiyeke siyasî ye.”
Ji hêla din ve DEM Partîyê jî daxuyanîyê îmze nekir û ragihand ku ji bo dawî li kuştina ciwanan bê divê Pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.
Serokê fraksîyona DEM Partiyê Saruhan Oluç li parlamentê axavî û bang li hemû partiyên siyasî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavan biavêjin. Oluç wiha peyivî:
“Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe li vî welatî taziye û şîn bi dawî nabin. Em vê yekê careke din ji hemû partiyan re pêşniyaz dikin, tenê bila em bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane gavan bavêjin, ji bo avêtina van gavan em zemîn û çanda polîtîk pêş bixin.
Heta ku ev yek nebe mixabin di vê parlamentoyê de em ê wekî her caran, şînê bikin û biçin taziyeyên hev. Lewra em careke din ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane banga xwe dubare dikin. Ji ber vê yekê jî em daxuyanîya hevbeş îmze nakin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin