Diyarbekir | Ji Leyla Zana banga 'Em li hev xwedî derkevin'

Diyarbekir | Ji Leyla Zana banga 'Em li hev xwedî derkevin'

PeyamaKurd – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku li Navçeya Bagivar a Diyarbekir Sûrê beşdarî civîna gel bû, bi coş hate pêşwazîkirin.

Leyla Zana bi namzetên Hevserokatiya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak, Dogan Hatun, namzetên Hevserokatiya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Adnan Örhan, Wekîlê Diyarbekirê Serhat Eren, Hevserokê Giştî yê Partiya Dem Abbas Şahîn re tevlî civîna gel a li Bagivarê bûn.

Li taxê eleqeyek mezin ji bo Leyla Zana hebû û Zana ji aliyê jinan ve bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" hat pêşwazîkirin.

Zana di axaftina xwe de tekez kir ku “em dengê xwe didin xwe”. Zana got, “Tiştekî me ji bilî dil û wijdanê me nîne.”

Zana got: “Min her tim digot li xwe xwedî derkevin û wiha pê de çû: “Eger mirov û civak li xwe xwedî dernekeve, tu kes li wan xwedî dernakeve. Ji ber vê yekê divê hûn li pişt xebat û mafên xwe bin. Ev keda we ye, divê hûn wê biparêzin. Ev mala we ya herî mezin e. Pereyê me yê belavkirinê tune ye, hêza me ya êrîşê tune ye. Tenê wijdan, vîn û hişmendiya me heye. Armanca me ew e ku gelê me di hawîrdoreke azad, demokratîk de bijî. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me êş kişand, qet nebe zarokên me mexdûr nebin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin