PeyamaKurd – Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas li ser daweta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan wê di 22-24 ê tebaxê de seredana Tirkiyê bike.
Ragihandina serokkomariya Tirkiyê di mijarê de weha got:
“ Bi dawetkirina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, wê serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas di 22-24 ê tebaxa 2022 an de seredana Tirkiyê bike. Wê îro danûsitendinên fermî destpêkirin û di nav mijaran de têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê, pêşdeçûnên navbera Fîlîstîn û Îsraîlê, mijarên rojane û yên herêmî hene. Pêngavên ku her dû teref dikarin pêşde bibin, wê mijareka dinê ya hevdîtinê be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin