PeyamaKurd - Li bajarê Kerbela yê Iraqê ku doh di îzdihama merasîma aşûreyê de 31 kesan can da û bêhtirî 100 kes jî birîndar bûn, ji bo 3 rojan şîn hat ragihandin.
Parêzgariya bajarê Kerbela yê Iraqê, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku bi daxwaza parêzgar Nesif el Gutabî û pesendkirina Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, bo heyama 3 rojan şîn li wê parêzgehê hatiye ragihandin.
Li Kerbelayê doh di merasîma çalakiya Roja Aşûrayê de rê hilweşiyabû û di encamê de 31 kesan can dabû û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn.
Beza Tuwêrîc nerîteyeke salane ya Şîeyên Iraqê ye û di 10ê Muheremê de tê sazkirin. Bi sedan hezar şîe beşdarî wê bezê dibin ku ji navçeya Qebtrey Selamewe ya Kerbelayê ber bi Mezargeha Îmam Husên ve du kîlometreyan dirêj e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamên serxweşiyê bo qûrbaniyên Kerbelayê belav kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin