PeyamaKurd- Li gorî encamên rapirsiya kompaniyên lêkolînê yên Motto û Bulguyê yên meha nîsanê, Hilbijartinên Serokomariyê yên Tirkiyeyê, bi rêjeya ji % 0,5ê dengan, dimînin gera duyem.
Di rojên ber bi hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de ku dê di 14ê Gulana 2023yan bên kirin de lêkolîn û rapirsiyên kompaniyan, bê navber dewam dikin.
Di çarçoveya rapirsiya ku Can Coşkun encamên wê di rojnameya Sozcuyê de ragihandin de li 26 bajaran, bi 2 hezar û 400 kesan re pêwendiya bi telefonê hatiye danîn û rêjeya xeletiyê jî ji % 2 hatiye diyarkirin.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa, "Heger vê yekşemê hilbijartin çêbibin, hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiya siyasî?" hatiye pirsîn û encamên wê jî bi raya giştî re bi vî awayî hatin parvekirin:
AK Partî: Ji % 34,2
CHP: Ji % 33
Partiya Çep a Kesk: Ji % 8,7
ÎYÎ Partî: Ji % 8,3
MHP: Ji % 5,3
Partiya Memleket: Ji % 4
TÎP: Ji % 2,3
Partiya Refahê: Ji % 1,5
Partiya Saadetê: Ji % 0,7
HUDA PAR: Ji % 0,3
Partiya Gelecekê: Ji % 0,1
Partiya DEVAyê: Ji % 0.0
Her wiha dîsa ji beşdaran pirsa, “Heger vê yekşemê hilbijartin çêbibin, hûn ê dengên xwe bidin kîjan namzedê Serokomariya Tirkiyeyê? hatiye pirsîn û ev encam derketine holê:
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 49,5
Recep Tayip Erdogan: Ji % 41,5
Muharem Înce: Ji % 6,5
Sînan Ogan: Ji % 2,5
Her wiha li ser hegera ku hilbijartin bimînin gera duyem jî pirs hatiye pirsîn û di encamê de tê dîtin ku namzedê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogl, bi ferqeke diyarkirî li pêş e û encam jî bi vî awayî ne:
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 51,4
Recep Tayip Erdogan: Ji % 40,9
Bê biryar im: Ji % 4,2
Dengê xwe nadim: Ji % 3,4
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin