Yildirim ji bo Sînan Ogan: Ew ê bibêjin kê ev maf da te?

Yildirim ji bo Sînan Ogan: Ew ê bibêjin kê ev maf da te?

PeyamaKurd- Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê û alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Bînalî Yildirim, amaje bi wê yekê kir ku heger Sînan Ogan dengan bike mijara bazariyê, dê hilbijêr ji ber vê yekê bêzar bibin.

Bînalî Yildirim, di bernameyeke televîzyonê de namzedê Serokomariyê yê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan rexne kir û sedem jî wisa nîşan da ku wî dengen ku girtine, kiriye malê bazarê.

Sînan Ogan ê ku di gera yekem a hilbijartinan de ji % 5,17 ê dengan stendibû, ji bo piştgirîkirina yek ji namzetên gera duyem şert û mercên cuda danî pêş.

“Bila Sînan Beg xwe zêde qure neke”

Bînalî Yildirim rexne li Sînan Ogan kir ku dengan dike mijara bazarê û got,

“Niha gelek muşteriyên Sînan Ogan hene. Ez nikarim biryarê bidim ku bi Sînan Beg re hevpeyvînekê bikim yan na. Divê Sînan Beg jî zêde qure nebe. Heger hûn hewil bidin ku li ser dengên ku we stendine bazarê bikin, heger hûn wê veguherînin bazirganiyê, ew dengdêr dê ji we re nebêje 'Bi xêr hatî' ew ê bibêje ‘Tu çi dikî bira? Kê ew maf daye te ku tu dengê min bikî mijara bazariyê?'"

Yildirim eşkere kir ku bê ka çima wî piştî hilbijartinên 14ê Gulanê telefonî Sînan Ogan kiriye û wiha got: “Min ji bo pîrozkirina Sînan Ogan telefonî wî kir. "Min got, di navbera nêrînên me û we de cudahiyên biçûk hene.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin