Xaça Sor, bang li Awustralyayê kir: Welatiyên xwe bibin!

Xaça Sor, bang li Awustralyayê kir: Welatiyên xwe bibin!

 

PeyamaKurd- Ji aliyê Rêvebirê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) ve bang li rayedarên Awustralyayê kir ku welatiyên xwe yên ku li kampên Rojavayê Kurdistanê ne, li welatên wan vegerînin.

Rêveberê ICRCê Robert Mardini, di banga xwe de da zanîn ku hejmara kesên Awustralyayê ku nêzîkî 40 jin û zarokan in, ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin.

Robert Mardini, di dewama banga xwe de got ku rewşa piştguhkirinê nikare zêde berdewam bike, lewra hîn jî tê bawerkirin ku derdora 40 welatî ji bo demeke nediyar girtî ne.

Mardini bal kişand ser şert û mercên zehmet ên ku mirov li kampan dijîn û got, “Nifşeke ji zarokan, di şert û mercên hovane de mezin dibin.”

Beriya niha jî rayedarên hikûmeta Australyayê di meha cotmehê de 4 jin û 13 zarokên Awustralyayî ji kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê ya ku tê de jin û zarokên endamên IŞÎDê yên biyanî girtîn ne, vegerandibûn.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin