PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di gotara xwe ya Newroza Diyarbekirê de bal kişand ser hilbijartinên 14ê Gulanê û got, ew dê deshilata AK Parti û MHPê têk bibin.
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar: “Newroza we pîroz be. Em vê Newrozê di bin siya karesata mezin a erdhejê de pêşwazî dikin. Êşa me mezin e, şîna me heye lê li hêla din hêrsa me heye. Em ê vê hêrsa xwe veguherînin têkoşînê û bi vê têkoşînê jî jiyana nû ava bikin. Sedema ku ev erdheja mezin veguhere karesata mezin jî îktîdara AKP-MHPê ye.”
Sancar di dewama axaftina xwe de diyar kir, “Em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji polîtîkayên şer re dibêjin na. Em ji kedxwariyê re, ji talanê re dibêjin na. Em dixwazin welatekî nû, jiyaneke nû ava bikin. Lewma em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji îktîdara AKP-MHP’ê re dibêjin elweda. Em ê wan bi hev re têk bibin.”
Sancar bal kişand ser ku polîtîkaya wan rêya sêyemîn e û diyar kir ku ew dê ligel Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Partiyên Kurdî di hilbijartinan de bi ser bikevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin