PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li devera Şareban ya parêzgeha Diyale ya Iraqê, karmendekî hikûmetê kuştin.
Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed diyar kiriye, îro danê sibê çend welatî ji bo anîna daran çûbûn gundê Ebûgerme li nahiya Seyda ya bajarokê Şareban, lê rastî êrîşa terorîstên DAIŞê hatibûn û mixabin di encame de, karmendekî tenduristiyê bi navê Menaf Zêdan hat kuştin.
Nîhad Mihemed herwiha eşkere kir, terorîstan otomobîla welatiyekî bi navê Mihemed Ednan jî şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin