PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îngîltere David Lammy ragihand ku banga DYA, Misir û Qatarê ya ku li Îsraîlê û Hamasê kirine, destek dike. Lammy her weha got ku pêwiste şer yekser biqede û alîkariya mirovî zûtir bigihê Xezzayê.
Lammy li ser banga Misrê, Qatar û DYAyê ku di bangê de gotibûn ‘bila muzakere di 15ê Tebaxê de destpêbike’ got ku tam destekê dide bangê û weha got:
“Êdî bila derengî nemînin, esîran berdin û şer yekser raweste. Peymana ku li ser masêye eger qebûl bikin, wê di wextekî dirêj de di berjewendiyên Îsraîl, Fîlîstîn û terefên din de be.”
Banga her sê dewletan ji terefê gelek dewletên Ewrûpa de tê destekkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin