Serok Barzanî, Konsulê Rusyayê qebûl kir

Serok Barzanî, Konsulê Rusyayê qebûl kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro Konsulê Rusyayê yê ku li Hewlêrê hat ser kar, qebûl kir. Ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser têkiliyên navbera Rusya û Kurdistanê guftûgo hatine kirin.

Li ser hevdîtinê hat ragihandin ku Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Rusyayê yê Hewlêrê Maksim Robin kiriye û di hevdîtina ku hatiye kirin de li ser rewşa siyaseta giştî ya Iraqê û navçeyê nirxandin hatine kirin.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser têkiliyên navbera Rusya û Herêma Kurdistanê jî guftûgo hatine kirin û pêwendiyên aboriyê jî hatine nirxandin.

Hat ragihandin ku di dawiya hevdîtinê de Serok Mesûd Barzanî di kar û barên Konsulê nû de jê re serkeftin xwestiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin