PeyamaKurd – Şandeke HDPê bi seroktiya Parlamentara Batmanê Feleknas Uca bi beşdariya hejmarek parlamenter û şaredaran îro serdana Hewlêrê dike.
Li gorî daxuyaniya nûnera HDPê ya Herêma Kurdistanê Muzeyyen Guneş, şanda HDPê îro diçe Hewlêrê û dê du rojan bimîne.
Guneş da xuyakirin ku dê şanda HDPê li Hewlêrê bi nûnerên jin ên partiyên Parlamentoya Kurdistanê re çend hevdîtinan pêk bîne.
Hat ragihandin ku dê şanda HDPê sibe jî serdana Seroka Parlamentoya Kurdistanê bike û piştre jî bi nûnerên jin ên partiyên parlamenê re bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin