Ji Mesrûr Barzanî serdaneke du rojî bo Bexdayê

Ji Mesrûr Barzanî serdaneke du rojî bo Bexdayê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo bi berpirsên payebilind ên hikûmeta Iraqê û serokên aliyên siyasî yên Iraqê re bicive ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Mesrûr Barzanî, bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmeta Kurdistanê ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Bexdaya paytexta Iraqê ve bi rê ket.

Hate zanîn ku wê serdana Mesrûr Barzanî du rojan bidome û wê bi Serokwezîrê nû yê Federal Elî Zeydî, Serokê Perlamentoyê Heybet Helbûsî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan û hejmarek ji serokên hêzên siyasî yên Şîe û Sunne yên ku di qad û proseya siyasî ya Iraqê de xwedî bandor in re bicive.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, di civînan de ligel gotûbêjkirina guhertin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê, dê guftûgû li ser çareserkirina pirsgirêkên hilawistî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê werin kirin.