PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê êrîşên ser komên çekdar ên Şîe li rojhilatê Sûriyê, bersiva pirseke bo peyama îdareya wî bo Îranê da û got: “Peyam zelal e, kar û kiryarên wê bê ceza namînin û divê Îran hişyar be.”
Îdareya Biden berevaniyê li êrîşên Înê dike û dide zanîn, bordûman bersiva êrîşên vê dawiyê bû bo ser hêzên Amerîka û hevpeymanên wê li Iraqê.
Berdevkê Pentagonê John Kirby piştî êrîşê diyar kiribû û gotibû: “Bi fermana Serok Biden, Hêzên Serbazî yên Amerîka jêrxanên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi Îranê li Rojhilatê Sûriyê dihatin bikaranîn, bordûman kirin. Ev bordûman bersivek bû li ser êrîşên vê dawiyê li ser karmendên Amerîka û hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û gefên berdewam ên li ser wan. Di encama bordûmanê de, hejmarek ji pêgehên komên çekdar ên ku Îran pişgiriya wan dike, hatin jinavbirin. Di nav wan de pêgehên ketayibên Hizbullah û Ketayibên Seyîd EL-Şuheda hebûn”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin