Kongre encam da: Silêman Ûso ket sûna Îbrahîm Biro

Kongre encam da: Silêman Ûso ket sûna Îbrahîm Biro

PeyamaKurd- Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê di rojên 21-22 /12/2018an de, li bajarê Qamîşlo kongreya xwe ya 8 emîn çêkir. Bi sedema ku PYD astengiyan ji partiyan re peyda dikir, ti partî kongreya xwe li Kurdistana Sûriyê bi rihetî çênedikir. Partiya Yekîtiya Kurdî Sûriye ev 2 sal bû kongreya xwe nekiribû.

Kongre bi deqeyekî bêdengî bo rêzgirtina rihê şehîdan û bi “Ey Reqîb” destpêkir. Kongre bi navê Îsmaîl Hemê ku berê sekreterê Yekîtiyê bû hat navandin. Îsmaîl Hemo wefat kiriye û niha najî. Ji rêvebir û endamên Yekîtiyê hebûn ku nikaribûn herin tevli kongreyê bibin lê karibûn bi rêya elektronîk ji Almanya, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê tevli bibin.

Kongre di nava 48 sietan de mijarên siyasî û rêxistinî gotûbêj kirin. Navê partiyê hat guhertin û kirin Partiya Yekîtî Kurdistanî Sûriyê. Di encama kongreyê de Silêman Ûso bû sekreterê giştî yê partiyê û Abdulîllah Ucê bû cîgirê sekreter. Komîta siyasî ji 15 kesan pêk hat û 2 ji wan jin in. Di partiyê de nabe ku kesekê li ser hev du cara bibe sekreter.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin