PeyamaKurd – Li navça İpekyolu ya bajarê Wanê ku navçe bi bajêr re bûye yek perçe, li taxa Bahçivanê di navbera du kesan bi çekan şer derket û di encamê de her du kes giran birîndar bûn. Di pevçûnê de aliyekî bi demançê û aliyê dinê bi tivinga nêçîrê pevçûn.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û polîsan dema çûn ciyê bûyerê her dû birîndaran birin nexweşxanê û yek ji wan li nexweşxanê can da. Rewşa birîndarê dinê xedare. Navê her dû kesan jî nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin