Wezîrê Plandanînê: Pirsa budçeyê bi Bexdayê re hat encamdan

Wezîrê Plandanînê: Pirsa budçeyê bi Bexdayê re hat encamdan

PeyamaKurd - Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd ragihand ku piranîya daxwaziyên şanda Herêma Kurdistanê di proje yasaya budçeya giştî ya Iraqê de hatin bicihkirin.

Dara Reşîd di civîneke rojnamevanî li ser serdana dawî ya şanda Kurdistanê bo Bexdayê wiha got:

“Piranîya daxwaziyên Herêma Kurdistanê di proje yasaya budçeya Iraqê de hatîne çespandin û pirsa budçeyê ji alîyê şanda hikumeta Herêma Kurdistanê li Bexda bi dawî hatiye.”

Wezîrê Palandanînê diyar kir ku hikumeta Herêma Kurdistanê hewil dide sozên xwe bicih bîne û giringîyê dide hemû waran û ber pêş ve dibe.

Şanda dawî ya Herêma Kurdistanê, doh Yekşemê çûbû Bexdayê û çav li rê ye îro danûstandinê xwe berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin