10 sal ceza dan Aysel Tugluk

10 sal ceza dan Aysel Tugluk

Hevseroka HDPê ya berê Aysel Tuğluk ku berê parlementera Wanê bû, bi tohmeta ku “rêverira rêxistina terorê ye”, 10 sal ceza danê.

Biryar, ji aliyê dadgeha cezayê giran ya 17 emîn de ku li Ankara  ye hat dayîn. Aysel Tuğluk niha di zîndanê de ye û girtiye. Tuğluk di dadgehê de weha got:

“ Ez ne endamê çi rêxistinê me û ne jî rêvebirim. Ez siyasetmedarim. Her xebata ku dikim aşkera ye û qanûniye. Di qanûn de çi mafê min hebin ez wan bikartînim. Ciyê xemgîniyê ye ku tohmeta xebata îllegalîtê li min tê kirin. Heya ji destê min hat ez bo aştiyê xebitîm. Ev welat welatê me teva ye. Bo ku me aştiyê neanî welat, ez lêborîna xwe ji xelkê Tirk û Kurd dixwazim. Di vir de berpirsiyariya me jî heye. Lê ez bawerim xelkê ku li ser vê erdnîgariyê dijîn ti problema wan bi hevre tine ye. Her çi be jî divê mirin tinebe, em wan bi hevre bidin rawestandin. Divê em aştiyê ji nû de deynin.”

Piştî dadgeh nîv siet navber da, biryara cezayê zîndanê bo 10 sala da Aysel Tuğluk û wê her di zîndanê de bimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin