Li Gabonê banga 'destûra nû' kirin

Li Gabonê banga 'destûra nû' kirin

PeyamaKurd – Piştî Alî Bongo Ondimba hefteya borî li Gabonê bi derbeyê hat hilweşandin, lîderê derbeyê Orgeneral Brice Oligui Nguema sond xwar û wek 'Serokê Demî' dest bi wezîfeyê kir. Di merasima ku di televizyona dewletê da zindî hat weşandin, tankan gule li behrê reşandin.

Orgeneral Brice Oligui Nguemayê lîderê derbeya ku Serokomar Alî Bongo li welatê Gabonê yê Afrîkaya Navîn ji dest da, îro di merasima ku di televîzyonê da zindî hat weşandin de sond xwar û wek 'Serokê Demî' dest bi wezîfeya xwe kir. Balkêş bû ku di merasîmê de dadwerên Dadgeha Destûra Bingehîn jî amade bûn.

Sonda Nguema ji aliyê temaşevanên karbidest û efserên leşkerî ve rastî çewsandinek rawestan hat. Li aliyê din televîzyona dewletê dîmenên girseya dilgeş û kêliya ku tankan diavêjin behrê weşand.

Nguema piştî merasîma sondxwarinê axivî û got, divê gelê Gabonî bi referandumê îmkana dengdana li ser makezagoneke nû hebe. Serkirdeyê derbekar destnîşan kir ku welatê wî pêdiviya wî bi qanûnên nû yên hilbijartinê û cezayan heye.

General Nguema roja Îniyê da zanîn, ew dixwaze xwe ji lezkirina hilbijartinên ku "şaşiyên berê dubare dikin" dûr bixe. Di heman rojê de hat ragihandin ku sînorên Gabonê hatine vekirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin