HSDê li Dêrezor û Hesekê li dijî DAISê operasonek pêk anî

HSDê li Dêrezor û Hesekê li dijî DAISê operasonek pêk anî

PeyamaKurd HSDê li Dêrezor û Hesekê li dijî DAIŞê operasonek pêk anî û yek jê emîr, hejmareke terorîstên DAIŞê girt.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir, şervanên HSDê ji 5ê Hezîranê heta 9ê Hezîranê operasyonek li dijî şandeyên DAIŞê encam dane.

HSDê daye zanîn, di çarçoveya wê operasyonê de, hêzên wan hejmareke terorîstên DAIŞê girtin û dest danîn ser hejmareke ji çek, teqemenî û belgeyên wan.

HSD destnîşan kir, ew operasyon bi piştgirî û çavdêriya ezmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî li navçeya Igêdat li gundewarê Dêrezorê birêve çû, ku li wê herêmê hêzên wan terorîstek girt.

Herwiha li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, li navçeya Şihêl a li rojhilatê Dêrezorê jî, 4 çekdarên din hatin girtin, ku mayin û bombeyên destkird çêdikirin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, li gundê Belaliyê, li gundewarê Mergeda li başûrê Hesekê, HSDê emîrekî ewlehiyê yê DAIŞê girt, ku rola wî di çend kiryarên terorkirinê de hebû.

Di heman çarçoveyê de, Hêzên Ewlehiya Navxwe jî operason encam dan û 2 terorîstên DAIŞê li gundewarê Dêrezorê girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin