PeyamaKurd – Polîsan îro danê sibehê bi ser mala nivîskar û siyasetmedarê kurd Mahmut Alinak de girtin. Polîsan li mala Alinakî lêgerîn kirin.
Hat diyar kirin ku derbarê îro Pêncşemê (13.02.2020) nivîskar û siyasetmedarê Kurd, Mahmut Alinak de bi hinceta “endamatiya rêxistinê” biryara desteserkirinê hatiye derxistin. Polîsan bi fermana dozgeriyê li mala Mahmut Alinakî lêgerîn kirin.
Siyasetmedar Mahmut Alinak di HEPê de parlementerî kiriye û heya niha 9 caran ketiye girtîgehê.
Alinakî herî dawî bi navê 'Mehmet Tunç û Bêkes' pirtûkek nivîsî bû lê pirtûka wî ji aliyê serdozgeriyê ve hatibû qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin