PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Washingtonê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser tewrê Amerîkayê yê li hemberê Îranê got:
“Tiştek neguhiriye, em wan asteng dikin da Îran dev ji tewrê berde, zorê didinê û pêvajoya dîplomasiyê dewam dike.
Soza me ya ku dê Îran nebe xwediyê çekên nuklerî dewam dike. Em dewam dikin û Îranê ji îhlala mafên mirovan, ji fînansa terorê û firotina balafirên bê ajotvan ya Rûsyayê berpirs digrin.”
Li ser pirsa ku 5 Amerîkayiyên li Îranê girtîbûn û wan xistibûn hebsa malê, Blinken got:
“Tiştek başe ku di hebsa malê de ne lê hêj danegeriyane malên xwe.”
Li ser pirsa ku 7 milyar dolarê Îranê di bankayên Kore ya Başûr de bûn û perê wan serbest hat berdan de Blinken got:
“Fonên Îranê yên li Koreyê ne yên mukellefên Amerîkane û perê Îranê ye. Rêvebiriya berê îznê da ku çend welat ji Îranê petrolê bistîne û wan fonan bixin hesabên taybet. Me îznê da fonên di bankayên Kore de ku tenê karibin ji bo pêdiviyên mirovî bikarbînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin