PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê yê 28ê Gulanê bo heyama nû hatiye hilbijartina Nêçîrvan Barzanî, ji bo peyama pîrozkirinê spasiya parlamentarê Batmanê yê AKPê Zîver Ozdermir kir.
Barzanî îro yekşemê di peyama xwe ya li ser twitterê ya kurmanciya latînî de got, “Gelek sipas jibo peyama we Ziver Ozdemir. Hewilên me wê berdewam bin jibo serxistina aştî û tenahiyê jibo gelê me.”
Gelek sipas jibo peyama we @Ziverozdemir. Hewilên me wê berdewam bin jibo serxistina aştî û tenahiyê jibo gelê me. https://t.co/0a69FDhhHq
— Nechirvan Barzani (@PMBarzani) June 2, 2019
Zîver Ozdemir jî di peyama xwe de gotibû, “Pîrozbahiyê li birêz Nêçîrvan Barzanî dikim ku wek serokê herêma Kurdistanê hat hilbijartin. Hêvîdar im serokatiya wî ji gelê me û herêmê re bibe sedemê aşîtî û hevkariyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin