PeyamaKurd- Li Kanada li bajarê Torontoyê mînîbusek ajot nava xelkê û di encamê de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn. Ajotvan reviya lê polîsên Kanadayê wî xistin bin çav.
Ciyê ku lê qeza çêbû kolana Yenge ye ku gelek qelebalixe. Berdevkê polîsê Torontoyê Meaghan Grey ragihand ku berya polîs here ciyê bûyerê ajotvan reviyaye û paşî ji aliyê polîs de hatiye girtin. Ajotvan 25 saliye û navê wî Alek Minassian e.
Grey ragihand ku beyankirina sedema qezayê hêj zû ye û lêpirsîn û lêkolînên di derbarê bûyerê de dewam dikin. Bûyer siyasiye an qezayeka teknîkiye, wê di demên pêşiya me de aşkera bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin