PeyamaKurd – Wezîrê parastinê yê Slovakyayê Jaroslav Nad ragihand ku ji 13 balafirên Mig-29 yên ku wê teslîmê Ûkraynayê bikin, 4 ji wan teslîmê Ûkraynayê kirine. Nad ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir. Nad, di ser hesabê xwe de got:
“Bi van balafiran dikare gelek can bên parastin û ji ber êrîşkariya Putin, dikarin bibin alîkarê avahiyên bingehîn û axa Ûkraynayê. Heya pêdiviya Ûkraynayê hebe em ê alîkariyê bişînin. Rûsya êrîşê ser axa Ûkrayna dike û Ûkrayna alîkariyê heq dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin