PeyamaKurd – Li demeke ku proseya asayîbûnê di navbera Tirkiye û Sûriyê de dewam dike, li herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê de, li dijî başkirina pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandan têne lidarxistin.
Li parêzgeha Idlibê bi sedan xwepêşander roja Yekşemê li navenda bajêr kom bûn û dirûşmên wekî, “Em ê bimirin û em bi Esedê tawankar re li hev nekin” û “Vegera rêjîma Sûriyê bo Komkara Erebî, lekeyeke ser eniya her erebekî ye” qêriyan.
Dîsa hevdem li bajar û bajarokên gundewarê Idlibê yên El-Bab, El-Raî û Cerablûs û gundewarên rojhilatê Helebê û Ezazê jî xwepêşandanê dijî asayîbûna bi Şamê re hatin lidarxistin.
Herwiha li welatên Ewropayê yên Fransa, Almanya, Holanda, Awusturya, Brîtanya, Belçîka û Danîmarka jî normalbûna bi Esed re ji aliyê penaberên Sûrî ve hat protesto kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin