Îsraîl: Bi dehan leskeran, baregehên xwe terikandin!

Îsraîl: Bi dehan leskeran, baregehên xwe terikandin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, bi dehan leşkerên Lîwaya Golanî ya artêşa Îsraîlê, ji bo protestokirina ji kar havêtina fermandarê yekîneyê, çekên xwe danîne û ji baregehên xwe derketine.

Di nûçeya rojnameya Yedîot Ahronot a Îsraîlî de hat ragihandin ku leşkerên ku qala wan tê kirin, li baregeha leşkerî ya "Tzeelim" a li Şerîeya Rojava ya dagirkirî ya li rojavayê Ramallahê bi cih bûne.

Hat diyarkirin ku bi dehan leşkerên Lîwaya Golanî ji bo şermezarkirina ji kar dûrxistina fermandarê yekîneya xwe, ji baregehê derketin û di dema perwerdehiyê de çekên xwe yên bi tîpa "Tavor" li baregeha leşkerî hiştin.

Di nûçeyê de hat gotin ku Fermandarê Lîwaya Yiftah Norkin, bi leşkeran re jî biryara di derbarê fermandarê xwe de rave kiriye û wan razî kiriye ku vegerin kampê.

Li ser vê aloziyê, navê fermandarê Îsraîlî yê ji kar hatiye dûrxistin nehat parvekirin û li ser hejmara leşkerên ji baregehê derketin jî tu agahî nehatin parvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin