PeyamaKurd- Ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat ragihand ku di operasyona li nav Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê dewam dike de 14 endamên rêxistina terorî ya IŞÎDê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyona “Hemleya mirovî û ewlehiyê” ya roja 10an de 14 terorên IŞÎDê li nav kampê hatine girtin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di vê operasyonê de 5 xendekên terorîstan ku xwe tê de vedişartin jî hatine dîtin. Hat ragihandin ku di van xendekan de 16 telefonên destan jî hatine desteserkirin.
Ji roja 25ê Tebaxê ve li nav Kampa Holê, bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ), qonaxa duyemîn a operasyonê hatibû destpêkirin û operasyon hîn jî berdewam dike.
Li gorî agahiyên giştî, ji destpêka sala 2022yan ve 14 jê jin, 2 jê zarok bi giştî 44 kes li Kampa Holê hatine kuştin. Li gorî amarên giştî jî; 54 hezar û 390 kes li Kampa Holê dijîn û ji wan 27 hezar û 816 kes Iraqî û 18 hezar û 483 Sûriyeyî û 8 hezar û 91 kes jî ji malbatên IŞÎDê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin