PeyamaKurd – Gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên ku doh 3yê Îlonê li bajarê Samsunê li Yûnanistanê xwaribûn, di medya îngilîz de bûn sedema nîqaşan.
Rojnameya Daily Mail a Brîtanî ku yek ji rojnameya herî zêde tê xwendin e, gotinên Erdogan ên bibîrxistina şerê destpêka sedsala 20an ê Îzmîrê û ‘dema pêwîst bû şevekê ji nişkave em ê bên’ di manşeta xwe de nirxand û got, “Gelo Erdogan li Deryaya Spî dijî Yûnanistanê şerekî plan dike?”
Di nûçeyê de gotinên Erdogan ên gefên leşkerî dijî Yûnanistanê hatine bibîrxistin û hatiye diyarkirin, “Her çiqas Tirkiyê beriya niha Yûnanistan bi çekkirina giravên Egeyê tawanbar kiribû jî cara yekem e Erdogan daxuyaniyeke wiha dide.”
Li ser gefên dawî Wezareta Derve ya Yûnanistanê jî bersiva Erdogan da û ragihand: “Em ê hevpeymanên xwe û şirîkên xwe li ser van daxuyaniyên provokatîf agahdar bikin û em ê nîşan bidin bê kê di vê heyama xeter de dînamîtê datîne binê hevpeymaniyê (NATO).”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin