PeyamaKurd – Li Mereşê piştî du erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an, Nexweşxaneya Dewletê ya li navçeya Îskenderûna Hatayê hilweşiya.
Weke tê zanîn, 6ê Sibatê roja Duşemê di saet 04.17an de, li navçeya Pazarcika Mereşê bi lerza 7,7an erdheja ku li navçeya Elbîstanê di saet 13.24an de bi lerza 7,6an pêk hat gelek gelek ziyanên qatbiqat zêdetir li pê xwe anî.
Herwiha piştî erdheja ku Edene, Adiyaman, Diyarbekir, Dîlok, Hatay, Kilîs, Meletî, Osmaniye û Rihayê û herwiha Mereşê wêran kir, li seranserê welêt 7 roj şîna neteweyî hat îlankirin û xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.
Rojnameya Sözcü da zanîn; Li navenda Îskenderûna navçeya Hatayê ya ku nifûsa wê 250 hezar e, bi sedan avahî hilweşiyan, tê diyarkirin, di bin kavilan de gelek kes hene.
Yek ji rûxandinên herî mezin ên li Îskenderûnê li Nexweşxaneya SSK a kevn a li navendê pêk hat. Beşa ku lênêrîna giran û xizmetên nexweşan ên saziya tenduristiyê ya ku niha wekî Nexweşxaneya Dewletê tê de hatine dabeşkirin, hilweşiya.
Di dema ku tê gotin ku gelek nexweş û personel di bin kavilan de mane, hin ji welatiyên ku li derdorê kom bûne beşdarî xebatê dibin, hinên din jî bi çavên xemgîn li xebata hêdî temaşe dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin